MEDYA HENAN
NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo got ku Rûsya bi helwesta xwe ya li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê şaştiyeke mezin dike û berxwedana leheng û helwesta serfiraz a gelê Efrînê li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê moralên şervanan gelekî bilind kirin. Hemo destnîşan kir ku Berxwedana Efrînê dê cihê xwe di dîroka mirovahiyê de bigire.
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ji 20’ê Çile ve hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê û binesaziyên wê yên xizmetguzariyê berdewam dikin. Girêdayî mijarê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê di derbarê geşedanên dawî li herêma Efrînê û bêdengiya civaka navnetewî û helwestên dewletên mezin li hemberî van êrîşan de hevpeyvînek bi Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo re pêk anî.
Di êrîşa dewleta Tirk de ya bi ser Efrînê de rista Rûsyayê tim tê nîqaşkirin. Hûn helwesta Rûsyayê û vekirina qada hewayî ya Efrînê çawa dibînin?
Dijminatî û çavnebariya dewleta Tirk a li Kurdan û şoreşa Rojava li ber çavan e. TC di dîrokê de tim xwest ku Kurdan îmha bike û tim înkar kir. Li Bakurê Kurdistanê, li Başûr û niha li Rojava gaveke biçûk a Kurdan, tevgereke biçûk ji bo wan dibe meseleyeke mezin. Li dijî vê dibine xwedî helwest. Li Başûr jî me dît, li Rojava jî ev 6 sal in em dibînin. Li dijî vê dibine xwedî helwest. Ev helwesta dewleta Tirk mirov şaş nake. Ango bi me ne xerîb e. Lê niha ya cuda Rûsya fersendan dide dewleta Tirk û dewleta Tirk jî ji vê sûd werdigire. Vekirina qada hewayî ya Suriyê bi wê mebestê bû ku dewleta Tirk li herêmê êrîşên hewayî pêk bîne. Niha divê ev tespît were kirin. Rûsya wiha di siyasetê de şaşîtiyeke mezin dike.
Rûsya bawer dike ku Erdogan wê alîkariyê bi wan re bike, li Sûriyê ji bo ku aştî pêk were wê hevkariyê bi wan re bike û ji bo vê jî bawer dike ku li Sûriyê wê çareserî pêk were. Dixwazin Pûtîn bi vê bidin bawerkirin. Lê teqez divê were gotin ku Rûsya wiha şaşitiyeke mezin dike. Ji bo vê jî siyaseteke şaş dike. Dive baş were znaîn ku siyaseta Tirk ji ya ku tê xuyakirin pir kûrtir e. Li ser hemû gelên herêmê, bi taybetî jî li ser gelê Sûriyê dixwaze li gor xwe hilmekê bistîne û dixwaze bibe Osmaniyên serdema nû.
Ji bo vê jî dek û dolaban digerîne. Dîroka Osmanyan jixwe ya lîstik, komplo û entrîkayan e. RTE dema ku diaxive diyar dibe ku li Bakurê Sûriyê, Şengalê dixwaze çi bike. Lê mixabin Rûsya vê nabîne. Bawer dike ku Erdogan wê alîkariyê bi wan re bike. Lê divê ez wiha bibêjim; Rûsya wê rastiyê bibîne, wê bibîne ku Erdogan di rastiya xwe de li ser gelê Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser gelê Sûriyê xwedî hewldanên cuda ye. Dİ encama siyaseta şaş a Rûsyayê de Erdogan ê ku li Rojhilata Navîn winda kirî dixwaze dîsa bi rih bibe, hêza xwe geş bike. Divê Rûsya vê baş bizanibe. Dewleta Tirk heke li Efrînê tiştekî bike Heleb jî, Idlib jî, Hama jî wiha namîne.
Heke Rûsya bêyî ku bi vê bizanibe vê siyasetê dike di nav şaşîtiyeke pir mezin de ye. Ev rastî wê derkeve holê û maskeya Erdogan rabe. Lê Rûsya bêyî ku bi derengî bikeve divê vê rastiyê bibîne. Naxwe dibe ku pir dereng bibe. Em dibêjin çareseriya arîşeyan bi gelên Sûriyê dikare çareser bibe, lê heta wê demê ji ber birînên çêbûyin pêkhatine vê dibe ku zehmet bibe.
Hûn helwesta hêzên navnetewî yên li bara êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê çawa şîrove dikin?
Ev 3 hefte di ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk re, ên li ser Efrînê çûn. Dema ku mirov bi giştî dinere dewleta Tirk bi rengekî hov, bi hemû derfetên xwe, bi çekên giran û yên qedexekirî, weke ku êrîşê bi ser dewleteke mezin de bibe êrîşê bi ser Efrînê de tîne.
Li bara van êrîşên qirker ku li ber çavê cîhanê dibin mixabin ku cîhan tercîh dike ku bêdeng bimîne. Hin nirxandin, car caran hin helwestên biçûk dibin lê bi rengekî fiîlî helwestek xuya nake. Nîşannedana helwestê derdixîne holê ku hêzên navnetewî vê hovîtiya li ser gelê me qebûl dikin û dipejirîni. Ji ber ku tenê temaşe dikin. Helbet ev helwest nayê qebûlkirin û ne helwesteke însanî ye.
Ya pêşî; Efrîn li Sûriyê herêma herî ewle bû. Ji bo hemû Sûriyeyan bûbû welat. Li ser gelê Efrînê ku problema wan b kesî re nebû niha êrîşên giran, hovane, barbar tînin. Ya dî li dijî rêxistina destbixwîn a DAÎŞ’ê ku li dijî hemû mirovahiyê hovîtî kirine, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi lehengî şer kirin. Bi berdêlên giran serfiraziyeke dîrokî bi dest ve anîn.
Li Sûriyê cihê ku DAÎŞ’ê jê re paytext digot ji hêla YPG’ê ve hate azadkirin. Ev şer ne tenê şerê Kurdan bû. Ev şer li ser navê hemû gelên cihanê hate kirin. Lê mixabin ku dinya li dijî êrîşên hovene yên ser YPG’ê bêdeng dimîne. Heke mirov li êrîşan û encamên ku jê derketin binere, li bara berxwedaana roja duyan û sêyan ên yekîneyên me û gelê birûmet ê Efrînê dewleta Tirk şikestiye.
Derbên ku dewleta Tirk dixwe roj bi roj girantir dibe û li bara hêzên me ti serkeftineke wan a berbiçav nîn e. Ji bo gelê Efrînê û xaka wê ku em yek kes jî bimînin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanî helwesteke me ya zelal e. Di v îşerî de heta dawiyê em mafdar in. A neheq dewleta Tirk e. Ev der xaka me ye, welatê me ye. Dewleta Tirk xaka me dagir dike. Ji bo vê jî heta dawiyê em ê parastina xwe bikin û parastina hem heq û hem jî peywira me ye.
Rewşa şer çiye? Dikarî agahiyan bidî me?
Weke ku hûn pê dizanin şer li gelek eniyan e. Em dikarin bibêjin ji çar aliyên Efrînê ve êrîşê bi ser me de tînin. Lê em dikarin behsa 11 eniyan bikin ku şer lê dijwar e. Eniya 2’an li hêla Şerayê ye, ya 3’an eniya Bilbilê,ya 4’an eniya Raco. Li eniya 1’ê Şiyê û li eniya 2’yan jî li hêla Cindirêsê, li hemû êrîşên van eniyan li dijî êrîşan hêzên me heta niha taktîkên gelekî zîrek nîşan dane û berxwedaniya dîrokî nîşan didin. Derbên giran li dewleta Tirk hate xistin. Mînak tenê duh dewleta Tirk li Cindirês, Raco û Bilbilê xwest êrîşeke giran bîne. Lê derbên giran xwarin. Li gorî agahiyên ku ji me re hatin bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin. Nêzî 60-70 çete hatin kuştin. Dewleta Tirk qebûl kir ku 11 leşker hatin kuştin. Lê bi qasî ku em pê dizanin ev hijmar zêdetir e.
Her wiha 2 helîkoptêr hatin şikandin. Helîkoptêrek jê yekîneyên me kirin def û hate şikandin. A dî jî helîkoptêra bar bû. Ji hêla yekîneyên me ve çalakiyek suîkastê lê hate kirin û li aliyê dî yê sînor ket. Bîlançoya duh a şer jî nîşan dide ku derbeke giran xwarine. Dewleta Tirk bi tang, top, balafiran, hemû çekan bi kar tîne. Ji hêla Skenderûnê ve bi fûzeyan êrîşê tîne ser Efrînê.
Tirkiye li dijî herêma Efrînê hemû derfetên xwe bi kar tîne. Lê li gel vê jî ti encamê nastîne, bi ser nakeve, tê şikandin. Ji niha û pê de jî wê wiha be. Teqez e ku wê têk biçin. Dîrok wê rastiya van rojan binivîsîne. Li dijî belaya Erdogan û dijminatiya hikûmeta şer a li ser gelê herêmê peywira berxwedanê li ser milê me ye. Yekîneyên me bi rengekî bêhempa van peywirên xwe bi cih tînin û wê bi cih bînin jî.
Dewleta Tirk bi daxuyaniyan dibêje ji bo ku sivîlên Efrînê ziyanê nebînin baldar in. Lê em jî ji herêmê tim nûçeyên komkujiya sivîlan distînin. Rewş çiye?
Daxuyaniyên dewleta Tirk û çapemeniya wê ya derbarê sivîlan derew e û propagandaya ye. 90 ji 100’î yên êrîşan sivîlan dikin hedef. Ez vekirî bibêjim; armanca dewleta Tirk ew e ku gelê me çavtirsandî bike û bide koçberkirin. Ji bo vê jî van lîstikan dike. A rast dewleta Tirk çapemeniya xwe ji bo vê dide xebitandin. Bi nûçeyên derew her kesî û xwe jî didin bawerkirin. Lê tişta ku Erdogan hesap nekiri ew e ku gelê Efrînê ne ji Erdogan û ne ji medyaya wê, ji tang û topên wê naxwe.
Ev bi berxwedana dîrokî nîşan da. Nîşan da ku vina wan nayê hejandin. Berovajî, li gel hemû gefan, li gel hemû medyaya wan ku sibehê heta êvaran nûçeyên derew çêdikin berxwedana gelê Efrînê mezin dibe. Ev helwesta gel moralekî mezin dide hemû gelê Kurd û şervanên li eniyan.
Nûçe çêdibin û dibêjin em tim topan davêjin Kilîs, Reyhanlî. Dewleta Tirk bi vê tim propaganda dike? Bersiva we çiye?
Çapemeniya Tirk li ser şerê psîkolojîk û derewan ava bûye. Erdogan û serokwezîrê wan, hemû rayedarên dewletê tim derewan dikin û dixwazin gel bi xwe bidin bawerkirin û çapemeniya wan jî wiha ye.
Me daxuyaniyeke fermî da. Êrîşêne me li ser Kilîsê û Reyhalî nebûn. Berevajî, dewleta Tirk êrîşê bi ser gund û bajarên Efrînê de tîne û sivîlan dikuje. Herî dawî çeteyên wan kampa Atme kirine navenda êrîşa bi ser Cindirêsê de. Ji vir êrîşê tînin. Dixwazin yekîneyên me êrîşê bi ser vir de bînin û weke ku em êrîşê bi ser sivîlan de tînin dixwazin nîşan bidin. Lê yekîneyên me pir zanebûn tevgeriyan û nehatin vê lîstika wan. Bi profesyonelî tevdigerin û çete û kozikên dewleta Tirk dikin hedef.
Helwesta gelê Efrînê morlekî mezin dide me. Bi vê helwesta xwe dîrokê dinivîsîne. Em bawer dikin ku gelê Efrînê ji bo ku vê komploya dewleta Tirk û hişmendiya wê têk bibe wê vê hewlesta xwe bidomîne. Helwesta gelê Efrînê helwesteke birûmet e. Helwesta dayikên Efrînê helwesteke birûmet e. Em dayikên Efrînê slav dikin, li ber wan bejna xwe ditewînin. Em li bara vê helwesta wan çi bibêjin wê kêm bimîne.
Divê dayik weiha bin, ji ber ku yên ku şer dikin zarokên wan in, neviyên wan in, ji nav wan in. Bêguman ew jî li cihê xwe peywira xwe bêkêmasî bi cih tînin. Li bara vê hewlest û rihê wan zarokên wan jî çi ji dest wan tê dikin û berxwedaniyeke mezin nîşan didin. Ji bo vî gelî çi were kirin kêm e. Ne carekê divê hezar carî canê me fida be. Li ser vê zemînê em bang li ciwanên Bakurê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê dikin,ji bo ku em li rûmeta xaka xwe xwedî derkevin bila tevlî yekîneyên YPG’ê bibin. Divê her kes li dijî dagirkeriya Tirk biryara berxwedanê bide. Ne dema wê ye ku ciwanên me li malên xwe rûnin. Keç û kurên Bakurê Sûriye, her kes divê di nav YPG, YPJ’ê de cih bigire. Dayikên me, gelê me bi vê helwestê ne, divê ciwanên me ji bilî eniyên berxwedanê jiyaneke dî qebûl nekin.
Tişta ku dewleta Tirk û çeteyên wê li cenazeyên şehîdên me dikin li ber çavan e, ev dijî mirovahiyê ye, barbarî ye, ên ku têkiliya xwe bi mirovahiyê re nîn in dikarin vê bikin. Pir zelal e u hişmendiya AKP’ê û serokê yê RRT û DAÎŞ’ê yek e. Ev mamosteyên DAÎŞ’ê ne. DAÎŞ jî ev qas nedikir. DAÎŞ zarokên van bû, mîrateya wan bû. Ev mamosteyên DAÎŞ’ê ne, dikarin xirabtir bikin. Kirinên wan nîşan dide ku bi DAÎŞ’ê re xwedî heman hişmendiyê ne.
ANHA