Quantcast
Channel: Hevpeyvîn – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 140

Lêkolînerê Misirî: Zehmete ku agirbesta Sûriyeyê bidome

$
0
0

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Lêkolînerê Siyasî yê Misirî Recahî Fayîd got ku agirbesta li Sûriyeyê mirî ye û zehmete ku dewam bike.

Rewşenbîr, Nivîskar û Lêkolînerê Siyasî yê Misirî û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Misirê Recahî Fayîd derbarê çareseriya aloziya Sûriyeyê û rêbazên serkeftina hevpeymana agirbestê ya hatiye ragîhandin de bersiva pirsên ANHA’yê da.

Fayîd got: “Hevpeymana agirbestê, hevpeymaneke mirî ye. Piştî ku hat ragîhadin, me bihîst ku binpêkirin ji aliyê hemû aliyan ve çêbûye. Lê dîsa jî hin binpêkirin hebin ji şerekî mezin baştir e.”

Recahî Fayîd guman kir ku dibe agirbest dewam neke û ev yek wiha şîrove kir: “Ez ji vê yekê bi guman im. Aliyên derve wekî Tirkiye û Îranê ragîhandin ku ew hevpeymanê nas nakin. Ji xwe jî aliyekî din heye ew jî DAIŞ û El-Nusra ye. Berdewamkirina vê hevpeymanê girêdayî xwesteka ciddî ya navnetewî ye.”

Fayîd bal kişand ser aliyên herêmê û navnetewî ku destê wan di aloziya Sûriyeyê de hene û got: “Tirkiye herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de topbaran dike. Di heman demê de deweletên din jî li gorî berjewendiyên xwe dijminahiya xwe dikin. Di dawiyê de gelê Sûriyeyê fatoreya vê yekê dide.”

Recahî Fayîd li ser îdîayên dewleta Tirk ên şerê li dijî DAIŞ’ê wiha got: “Gelo rastiya şerê Amerîkayê li dijî DAIŞ’ê çi ye? DAIŞ ji nişka ve derket û wê ji nişka ve bidawî bibe. Li gorî gelek lêkolîn û analîzan DAIŞ bi destê Amerîkayê hatiye çêkirin da ku tewriya Condoleezza Rice ya ‘Avakirina tevlîheviyê’ pêk were, wê demê piştî ku armancên Amerîka pêk werin, wê dawiyê li DAIŞ’ê bîne. Tirkiye jî îdîa dike ku şerê DAIŞ’ê dike. Dewleta Tirk DAIŞ wekî xetereyeke demikî dibîne, lê ji bo xwe doza Kurd xeterî dibîne.”

(he)

ANHA

 


Viewing all articles
Browse latest Browse all 140

Trending Articles


Wiskunde, graad 6: Vraestel en memo (November)


Weer 'n kans op geluk (Deel II)


Maak jul eie reënmeter


Hoe om ’n aangebrande pot of oondbak skoon te maak


8 Wenke om water te bespaar


Die beste tyd van my lewe


Koshuiskaskenades


’n Beoordeling van die vertaling van σάρξ (vlees) in die Direkte Vertaling...


Welkom in die wêreld, Baba Strauss!


Warrelwind skep my op in die lug…los my op ‘n Wolk se rug


Een vakansie tydens my kinders se sporttoere ...


Graad 4-wiskundevraestel en -memorandum (November)


Mikrogolf-vrugtekoek


18 unieke kosse wat net Suid-Afrikaners sal ken


Gedig: Populiere


Breekpunt deur Marie Lotz: ’n lesersindruk


Graad 6, 2016: Vraestelle en memoranda


Wonder ek oor die volgende ….


Die oplossing vir yl hare is hier


Kyk watter glanspaartjie is verloof!