NAZDAR EBDÎ-KENDAL ŞÊXO
KOBANÊ – Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrîk, diyar kir ku ENKS/PDK bi dijîtiya xwe, li dijî belgeya xwe ya siyasî disekine û got, `Me dixwest em bibin şirîkên baş ên xweseriyê, lê ENKS’ê dijîtî raber kir û aliyê dijminan hilbijart. Civîna dawî ya Rihayê jî dijminatî ye. Tirkiye van dimeşîne û destê PDK’ê jî di nav de heye’.
Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrîk di hevpeyvîneke bi ANHA’yê re mijarên di salekê piştî rizgarkirina Girê Spî de deskeftiyên siyasî û civakî, projeya federasyona demokratîk û antîpropogandayên alilyên kurd, operesyona Minbicê û rêgehên wê, civîna Rihayê û herî dawiyê bazara li ser vekirina deriyê sînor ê Sêmalka nirxandin.
Hevpeyvîn wiha ye:
Mifteya pêvajoya belavkirina Xweseriyê li Bakurê Sûriyê; Girê Spî
* Bi munasebeta yekemîn salvegera rizgarkirina Girê Spî, niha piştî salekê ku avakirina federasyonek demokratîk tê qalkirin, bi nêrîna we rizgarkirina bajar rê li pêş pêvajoyek çawa vekir û rolek çawa di pêşxistina felsefeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de list?
Rizgarkirina Girê Spî di aliyê civakî de ji bo civaka kurd, ereb, ermen û tirkumenên vî bajarê ku DAIŞ’ê jiyana civakî lê rawestandibû, xwedî cihê şadiyê bû. Ji bo vê jî bi rizgarkirina bajar û hatina hêzên demokratîk re, gel xwe li dorê pêça û piştgirî dayê. Di gava duyem de gelê herêmê xwe ji zihniyeta DAIŞ’ê rizgar kir û li ser hîmê biratiya gelan û jiyana hevbeş rusipiyên hemû pêkhateyan di nav mecelîsekê de hatin cem hev û biryara avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk dan. Wiha roj bi roj komîn, meclîs, komîte, sazî û sîstema hemû qadên jiyan û civaka xwe birêxistin kirin. Ya herî girîng, di hemû xebatan de kurd, ereb, ermen û tirkumenan cih girtin. Bi kurtî sîstema xweseriyê ku di nav salekê de li Girê Spî misoger bû, nimûneyek ji deverên din ên Rojava-Bakurê Sûriyê ku îro sîstema xweseriyê lê pêk tê.
* Piştî rizgarkirina vî bajarî êrîşên dijî Rojava zêde bûn. li Kobanê komkujiyek pêk hat ku destê Tirkiyê jî tê de hebû. Li dijî Girê Spî êrîş ranewestiyan û hwd? Hun van êrîşan di bin kîjan sîwaneyê de dinirxînin?
Di serî Silûk a Girê Spî nuqteya esas a ku Tirkiye lê DAIŞ ava kir û ji wir li herêmên din ên Sûriyeyê belav kir. Her wiha Girê Spî benê navkê yê di navbera Tirkiye û DAIŞ bû ku Tirkiye tê re alîkarî dighand DAIŞ’ê û polîtîkayên xwe yên dijî Rojava jî di ser re pêk dianî. Qutkirina wî jî di heman demê de derbeyek ji bo DAIŞ û Tirkiyê bû. Ji xwe Tirkiyeyê ev hazim nekir (danequrtand) û her di hewldana vegerandina wê de bû. jib o vê jî gelek hewldanên wê çêbûn. Êrîşa herî dawiyê ya dijî Girê SPî di 27’ê Sibatê de îsbat kir ku çiqas di vê de bi îsrar in. destê Tirkiyeyê de jî di vê de diyar bû. Erdogan ji seatên nîvroj de ragihandibû ku ji sedî 75 ji bajar di destê DAIŞ’ê de bû. Her wiha çeteyên ku hewl dan birevin jî xwe li Tirkiyeyê giritn. Dizanibûn ku ev mifteya belavkirina fikra biratiya gelan a xweseriya demokratîk e. lewar nedixwestin biratiya gelan pêk bê.
‘ENKSê biçûk e, ên bi çûk jî nikarin tiştekî mezin di civakan de ava bikin’
* Baş e, piştî xweseriyê û belavkirina fikra biratiyê li Bakurê Sûriyeyê û di demeke ku danûstandinên Cenevreyê xetimîn, we projeya federasyona demokratîk derxist. Balkêş e, di heman demên ku hemû civakên Bakurê Sûriyê xwedî lê derdikevin, hin aliyên kurd dijîtiyu xwe raber kirin.hûn vê çawa dixwînin?
Di serî de nerîna “Ji ber ku Cenevre bibin ket me projeya federasyona demokratîk pêş xist“, xwendinek şaş e. Ya esas ew e ku projeya federasyona demokratîk hevdîtinên Cinevreyê tazî kirin. Federasyona Demokratîk encama lêgerîna li çareseriyek rast ji aloziya Sûriyeyê re bû. Me îsbat kir ku çareserî dikare bi destê gelê Sûriyê û li hundir bê dîtin û pêkanîn jî. Ji bo vê jî Cinevre bibin ket. Federasyona demokratîk jî bersiva Cenevreyeke binkeftî bû.
Lê ji bo dijîtiya vê projeyê, xaleke girîng heye ku dema gelên ereb, ermen, asûr, sûriyan, tirkumen û hwd rastiya sîstema federasyona demorkatîk nas dikin, ji kurdan bêhtir dixwazin pêk bê. Lê di terefê din de dewleta Tirk û koalîsyona girêdayî wê û rejîma Baasê jî dixwazin rengê parçebûnê li vê bar bikin û bin bixînin. Ji xwe kurdên we qal kirin jî duvikên Itîlaf û dewleta Tirk û PDK’ê ne.
PDK’ê di roja îlankirina projeya federaliyê de Deriyê Sêmalka girt. Ji xwe ENKS’ê jî bi destê PDK, dewleta Tikr û Itîlafê li dijî federasyonê antîpropogandayê dike.
Lê eger mirov ji aliyek din ve lê binêre, di esas de diviyabû, ENKS’ê xwedî li federaliyê derketiba. Yanê ji destpêka aloziya Sûriyeyê xweseta ENKS sîstemeke federal ji Sûriyeya pêşerojê bû. Îro bi vê dijîtiya xwe re ew li dijî belgeya xwe ya siyasî disekine.
Me dixwest em bibin şirîkên baş ên xweseriyê, lê ENKS’ê dijîtî raber kir û aliyê dijminan hilbijart. Dîsa me xwest bibin hevparên federasyonê, lê car din dijberî pejirandin. Lê divê em vê baş bizanibin ku Ên bi çûk nikarin tiştekî mezin di civakan de ava bikin, ê ku ked û xwîn nedabe nikare xwedî li projeyek wiha mezin derkeve û bighîne cîhanê. ENKS’ê ji bo vê nikare sîstemek wiha ava bike û xwedî lê derkeve. Her wiha ji bo nekarîna xwe veşêre jî dijbertiyê raber dike. Lê di baweriya min de xwedîderketina gelên herêmê li vê projeyê bersivek baş da cîhanê.
Minbic riya çeteyan a hatin û derketina ji Sûriyê ye
* Xaleke din a rojeva cîhanê îro operesyona rizgarkirina Minbicê ye. Weke TEV-DEM hun vê operesyonê ji bo pêvajoya siyasî ya herêmê çawa dixwînin?
Çiqas herêmên Sûriyê ji DAIŞ û rejîmê bên rizgarkirin em weke gaveke pîroz dinirxînin. Lê belê bi taybet bi rizgarkirina Girê Spî re, sînorê DAIŞ li Sûriyê bi Tirkiyê re tê birîn. Yanê êdî çete ji welatên derve û cebilxane nema dikarin ji ser Tirkiyeyê bighên çeteyên DAIŞ’ê. Her wiha çete ji Sûriyê jî êdî nikarin di ser Tirkiyê re berê xwe bidin Ewropa û komkujiyan pêk bînin. Tirkiyê her ji bo pêkneanîna vê şer dikir û xetên sor danîn. Ji bo hevkarê wê DAIŞ têk neçe. Minbic xwedî vê girîngiyê ye. Em bawer in ku rizgarkirina Minbic wê dîsa pêngavek dîrokî be û wê gelê wê jî karibin pevre sîstemeke xwe ya rêvebirinê ava bikin. Weke TEV-DEM jî em van gavan pîroz dikin.
* Piştî destpêkirina operesyona Minbicê jî, tevgerînek din li hember Rojava dest pê kir. li Rihayê civînek hat lidarxistin û hêzek kurd a ku PYD’ê weke “dijber” binav kir hat avakirin. Her wiha li derdora efrînê jî komeke çekdar a kesên qaşo kurd jî hat avakirin. Çima?
Her gav dema ku hêzên demokrat herêmeke Sûriyê ji çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û hwd rizgar dikin, Tirkiye û Itîlafê dikevin nav hewldanek nû ya dijminatiya şoreşa Sûriyê. Civîna dawî ya Rihayê jî bi vê mebestê bû. civîn bi serkêşiya Birayê Mişal Temo, Ebdullezîz Temo pêk hat. Tê zanîn ku girupa ku Mişal Temo ji xwe re kir perdeyek û êrîşî gelên herêmê kir, me li kêleka Cebhet El-Nusra di êrîşên dijî Serêkaniyê de, komkujiya dijî gelê Til Hasil û Til Eren de û êrîşên dijî Ehrez, Şehbba û Efrînê de jî dît.dîroka van hemû şerê li hember gelê Kurd e. Tirkiye van dimeşîne û destê PDK’ê jî di nav de heye.
‘Em li ser çarenûsa Rojava û mafên gelê xwe bazarê bi kesî re nakin’
* Dawiyê de, niha tê gotin ku ji bo vekirina Sêmalka we soz daye ku hun ê bi ENKS’ê re nîqaş û hevdîtinan pêk bînin. Çiqas rastiya van gotinan heye?
Derî ne TEV-DEM, girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. lê em jî parçeyek wê ne û nêrîna wê dizanin. Em tu carî li ser mafên gelê Kurd ê Rojava bazarê bi kesî re nakin. Derî bi biryarek hevpar nehat girtin ku li ser lihevkirinan vebe. Derî bi tîfaqê venebû. Me tu soz nedan kesî û bazar nekir. Em ji danûstandinan re vekirî ne. lê hin rêgezên me hene ew jî ew e ku sîstema xweseriya demokratîk qebûl bikin û xizmete gelê wê bikin.
ANHA